'Qedexe', pêşîlêgirtin û an jî nehîştin, bi gotinê re wateya astengkirinê tîne ser ziman.
Qedexekirin yek ji têgînên bingeh ên sansûrkirinê ye. Dewlet an dîktator, hez ji mihalefetê nakin, nêrîn û helwestên dijbereyê asteng dikin. Qedexekirin rêbazeke sereke ya sansûrê û têgîneke dadî ye. Di şerê psîkolojîk de herwiha tê bikaranîn.
Qedexekirinê de îgnorekirin, nebihîstin, nedanbihîstin, nedîtin, nedandîtin heye. Qedexeker dixwaze rastî û rastegîniyekê bide jibîrkirin, jiholê rake. Pirranî bi derketina dewletên neteweyî ve hatibe bikaranîn jî, dîroka wê gelek kevn e. Ji Îskenderê Mezin heya Sezar, gelekan sansûr û qedexe bikaranîne. Di pêvajoya Şerê Sar de herdu blokên dijber ên cîhanê, nêrîn û helwestên bera dijber sansûr dikirin. Bo mînak weşanên TVê yên mixalif qedexe dikirin.
Tirkiye jî di warê sansûr û qedexekirinan de gelek navdar e. Ji avabûna komara Tirkiyeyê ve, her ziman û çanda kurd qedexe bûye. Heya sala 2002yê li kolanan bi kurdîaxavtin jî qedexe bû. Îro jî perwerdeya bi kurdî, bikaranîna navên erdnîgariya Kurdistanê ûêd qedexe ne.